Li Denmarkê nijadperestên Tirk ciwanekî Kobanî bi giranî birîndar kirin

Li bajarê Esbjerg ê Denmarkê grûpeke nijdaperestên Tirk êrîşî ciwanekî Kurd ê ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê kirin û bi kêran ew bi giranî birîndarkirin.

1 Adar 2023 - 02:35
1 Adar 2023 - 02:35
 0
Li Denmarkê nijadperestên Tirk ciwanekî Kobanî bi giranî birîndar kirin

Hat ragihandin ku xortê ji Kobanî ku hatiye birîndarkirin navê wî Mihemed Oso ye, niha li nexweşxaneyê tê dermankirin û tendirustiya wî ne cîgir e.

Li gorî zanyariyan malbateke Efrînî, di dema êrîşê de mudaxele dike, wî xortê Kurd ji nava destên kesên ku êrîş kirine rizgar dike û polîsan li ser bûyerê agahdar dike.

Heta niha sedema wê êrîş eşkere nebû ye, polîsan derbarê bûyerê de dest bi lêkolînê kirinê.

Ev nûçe bi tevahî 842 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:31:24