Li Dîlokê pevçûna bi çekan: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûneke bi çek û kêran de kesek hat kuştin, 2 kes jî birîndar bûn.

25 Sibat 2025 - 11:26
25 Sibat 2025 - 11:26
 0
Li Dîlokê pevçûna bi çekan: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li gorî agahiyan, li Taxa Guneykentê ya Dîlokê di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn nehatiye eşkerekirin nîqaş derketiye.

Piştî ku nîqaş veguheriye pevçûnê A.A. bi çekê, 2 kesên ku navên wan nehatine zanîn jî bi kêrê birîndar bûne.

Li ser agahdarkirina kesên li derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê A.A. û her du birîndarên din veguhastine nexweşxaneyên li bajêr lê A.A. ji mirinê nefilitiye.

Polîsan piştî bûyerê dest bi lêgerîna kesên ku reviyane kiriye.

 

Ev nûçe bi tevahî 380 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:38