Li Duhokê dronek ket

Li gundekî parêzgeha Duhokê dronek ket û agir bi pûş û pelaşan ket. Xelkê gund jî tirsiyan.

25 Tîrmeh 2022 - 07:23
25 Tîrmeh 2022 - 07:23
 0
Li Duhokê dronek ket

Îro danê sibê li gundê Benda yê Duhokê dronek ket.

Bi gotina xelkê gund, dema dron ket dengekî bilind hat bihîstin ji ber wê jî ew tirsiyan, ji ber ku beşek ji xelkê gund hîn di xew de bûn.

Li gorî agahiyan, dema dron ketiye erdê teqiyaye û agir bi pûş û pelaşan ketiye lê ziyana canî nebûye.

Heta niha nayê ew dron ya kê bûye û çawa ketiye.

Ev nûçe bi tevahî 1006 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:35:19