Li Erdexanê mêrek 65 salî ket çemê Kûr û winda bû

Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê kalemêrek ket çemê Kûr (Kura) û winda bû û tîmên lêgerînê lê digerin.

24 Avrêl 2023 - 02:55
24 Avrêl 2023 - 02:55
 0
Li Erdexanê mêrek 65 salî ket çemê Kûr û winda bû

Li gor agahiyan, roja Yekşemê 23ê Nîsanê kalemêrek bi navê Mehmet Arik ê 65 salî dema pezê xwe li kêleka çemê Kûr di çêrand, çend pezê wî dikevin avê, Arik dema ku dixwaze ajalên xwe ji avê derxe dikeve çem û li ber avê diçe.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê, AFAD û cendirme bo cihê bûyerê hatine şandin.

Tîmên lêgerînê li Mehmet Arik ê 65 salî digerin.

Ev nûçe bi tevahî 1039 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:45:14