Şêwirmendê Erdogan: Divê rê li ber neyê girtin ku Komîsyon guh bide Ocalan

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum got, “Nêrîna ku şandeyeke ku nûnertiya Parlamentoyê dike, nikare Ocalan ziyaret bike şaş e.

6 Cotmeh 2025 - 11:16
6 Cotmeh 2025 - 11:16
 0
Şêwirmendê Erdogan: Divê rê li ber neyê girtin ku Komîsyon guh bide Ocalan

Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê Xê derbarê xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê nivîsek belav kir.

Uçum da zanîn ku xebatên Komîsyonê dê di demeke nêzîk de bi dawî bibin û divê argumanên xelet rê li ber guhdarîkirina Ocalan negirin.

“Rastiyeke bingehîn paşguh dikin”

Uçum derbarê guhdarîkirina Ocalan de 2 arguman û îdiayên ku di rojevê de ne wiha anîne ziman:

“Ya yekem ew nerîn e ku nayê qebûlkirin şandeyeke ku bi rêya Komîsyonê nûnertiya Parlamentoyê dike, li ser navê Parlamentoyê li gel Ocalan dan û standinan bike.

Yên vê nerînê diparêzin, rastiyeke bingehîn paşguh dikin. Komîsyonê di dema guhdarîkirinê de bi ti kesî re dan û standina ramanê nekir.

Tenê mafê axaftinê da û guhdarî kir. Bi gotineke din, bi rastî jî tenê tên guhdarîkirin.

Ji ber vê yekê, eger biryarek were dayîn ku Ocalan li Îmraliyê bê guhdarîkirin, ev dê kiryareke guhdarîkirinê be, ji şêwazê karê Komîsyonê diyar e ku dan û standin çênabin.

Ya duyem ew arguman e: Şandeyeke ku nûnertiya Parlamentoyê dike nikare Ocalan ziyaret bike.

Ev nêzîkatiyeke pir xelet e. Ocalan di girtîgeheke dewletê de ye. Serdanên nûnerên Parlamentoyê yên girtîgehên dewletê wekî çûna ber lingên kesekî nayên qebûlkirin.

Komîsyonên Parlamentoyê yên asayî gelek caran çûne girtîgehan. Kesekî ev serdan wekî çûna ber lingên girtiyan nedît.

Divê ev argumanên nerast rê li ber guhdarîkirina Komîsyonê ya li Îmraliyê negirin ku tê çaverêkirin sûdmend be.”

 

Ev nûçe bi tevahî 14 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:20:03