Li Hewlêrê êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê hat şermezar kirin!

Hejmarek hemwelatî û çalakvanên rêxistinên civakî yên sivîl li pêş avahiya parlamentoya Kurdistanê xwepêşandanek li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê pêkanîn.

21 Çile 2018 - 06:05
21 Çile 2018 - 06:05
 0
Li Hewlêrê êrîşa Tirkiyê ya ser Efrînê hat şermezar kirin!

Xwepêşandan îro 21.01.2018ê pêkhat û di xwepêşandanê de xwepêşanderan daxwaz kir, parlamentoya Kurdistanê civînek lezgîn pêkbîne û helwêst li dijî êrîşên Tirkiyê nîşan bide.

Yek ji xwepêşanderan ji K24ê re ragehand: ‘’Em dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê xwepêşandan dikin û em daxwaz dikin li parlamentoya Kurdistanê helwêstê niştimanî nîşan bide û tişta naha li ser Efrînê pêktê karesat e.’’

Herwaha di xwepêşandanê de daxwaz ji welatên mezin ên wek Amerîka û Rûsya kirin ku bêdeng nebin li hember wê karesata ku Tirkiye li ser Efrînê de tîne û xwepêşandaran daxwaz kir Tirkiye êrîşên xwe rawestîne.

Ev nûçe bi tevahî 1474 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 05:12:40