Li Kerkûk'ê teqîn...

Li navçeya Daqûq a Kerkûkê di encama teqîna bombeyekî vedayî de yek ji efser, 3 pêşmerge şehîd bûn.

4 Tebax 2017 - 06:01
4 Tebax 2017 - 06:01
 0
Li Kerkûk'ê teqîn...

Berdevkê Lîwaya 16 a Hêzên Pêşmerge Rêkeft Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Demjimêr 10:15ê şeva derbasbûyî 03-08-2017, li nêzîkî gundê Tamûr a navçeya Daqûqê, di encama teqîna bombeyekî vedayî de efserek û 2 pêşmerge şehîd bûn, herwiha 2 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.”

Mihemed da zanîn, ku ev bûyer di dema vegera otomobîla pêşmergeyan ji gundê Dînceyê qewimiye.

Li gorî gortina Rêkeft Mihemed navê efserê şehîd Hesîb Ebdullah e û navê pêşmergeyên din Yasir û Remezan e, her sê jî xelkê Kerkûkê ne.

Ev nûçe bi tevahî 3281 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 07:31:02