Li Mêrdînê şerê sê malbatan : 1 mirî û 11 birîndar

Li navçeya Qosêrê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di encama şerê bi çek, dar û keviran ê di navbera 3 malbatan de kesekî canê xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.

7 Berfanbar 2022 - 04:14
7 Berfanbar 2022 - 04:14
 0
Li Mêrdînê şerê sê malbatan : 1 mirî û 11 birîndar

Hat ragihandin ku roja Sêşemê 6ê Kanûna 2022an li ber deriyê dadgeha Qoserê di navbera 3 malbatan de ji ber pirsgirêka erdê zozanan, şer derket.

Di şer de endamên her 3 malbatan, bi çek dar û keviran êrîşî hev kirin û 12 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê. Lê ji birîndaran welatiyê bi nave Yusuf Yuksel (50) ku muxtarê gundê Merşo yê girêdayî Qoserê bû, tevî hewldanên pizîşkî li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Mêrdînê canê xwe ji dest da.

Peyamnêrê me herwiha da zanîn ku rewşa birîndar baş e.

Piştî şer hêzên ewlekariyê derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin û 7 kes hatin destserkirin.

Ev nûçe bi tevahî 550 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:47:43