Li nav girtîgeha jinan û sinêlan de pêşangeha karên destî hat vekirin

Li nav girtîgeha jinan û sinêlan de pêşangehek bo nîşandana berhemiyên girtiyan hat vekirin.

1 Hezîran 2022 - 10:40
1 Hezîran 2022 - 10:40
 0
Li nav girtîgeha jinan û sinêlan de pêşangeha karên destî hat vekirin

Rêvebera girtigeîha jinan û sinêlan li Duhokê, Helat Ebdulkerîm ragehand, wan îro bi helkefta roja cîhanî ya zarokan, pirtûkxaneyek û saloneka taybet bo civîn û semînaran li nav girtîgehê de hat vekirin.

Helat Ebdulkerîm her wiha got, me her wiha pêşangehek bo nîşandana berhemên destî û hunerî yên girtiyan vekir.

Bi gotina wê berpirsê, niha li girtîgeha wan de 50 sinêl hene lê hejmara wan berdewam tê guhertin. Ew sinêl jî berdewam di nav girtîgehê de tevlî çalakiyên cur bi cur yên mîna marangozî, sertiraşî, rewşenbîrî û zanistî dibin.

Ev nûçe bi tevahî 954 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:51:21