Video: Di xwepêşandana Kerkûkê de tengezarî derket

Îro li Mefreqa Şiwan a bajarê Kerkûkê, rûniştvanên gundeke nahyeya Şiwan xwepêşandan li dijî kêm xizmetiyê dan destpê kirin.

1 Hezîran 2022 - 10:59
1 Hezîran 2022 - 10:59
 0

Xwepêşanderan rêya serekî ya di navbera Kerkûk – Hewlêrê de daxistin û piştre hêzeke artêşa Iraqê hat û bi zora hêz xwepêşander belav kirin.

Xwepêşandana li dijî îdareya Kerkûkê hate kirin, ku gundên kurdan ên navçeya Şiwan tên piştguh kirin û bi taybet jî naha elektrîk pir kêm tê dayîn û bi şev û roj bi giştî 3 demjimêran elektrîk tê dayîn û xwe pêşandan li hember wê kêm xizmetiyê hat kirin.

Ev nûçe bi tevahî 938 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 21:37:09