Li Nisêbînê du malbatên 22 sale dijminin li hev hatin

Li navçeya Nisêbîn a ser bi parêzgeha Mêrdîn a Bakûrê Kurdistanê du malbatên ku paşnavên wan Bilen û Akdeniz in bi sedema 22 sal berê di navbera wan de kuştin çêbibû, dijminahiya hev dikirin û rûsipiyên navçê ketin navbera wan û ew li hev anîn.

5 Tîrmeh 2023 - 02:55
5 Tîrmeh 2023 - 02:55
 0
Li Nisêbînê du malbatên 22 sale dijminin li hev hatin

Rûsipiyên Nisêbînê Sebih Elçioğlu û Suleyman Doğan piştî bi her dû malbatan re axifîn û her dû teref qebûl kirina da li hev werin, xwarinekî dan û di xwarinê de mewlûdê xwendin.

Her dû teref destên hev toqe kirin û dawe bi aştiyê encam da. Navbeynkar Sebih Elçioğlu got: “22 sale di navbera her dû malbatan de xwîndarî hebû. Me wan li hev anî û li ser xêrê be. Xwedê ji her dû malbatan razî be. Xwedê car din tiştekî weha nîşanî xelkê me nede.”

Ev nûçe bi tevahî 657 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:45:57