Îro heftemîn rûniştina doza Tahîr Elçî birêve diçe

Doza Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ku di sala 2015an de li bajarokê Sûrê yê Diyarbekirê hatibû kuştin, dê îro li Dadgeha Diyarbekirê bi rê ve biçe.

5 Tîrmeh 2023 - 02:52
5 Tîrmeh 2023 - 02:52
 0
Îro heftemîn rûniştina doza Tahîr Elçî birêve diçe

Di nava heşt salan de heft rûniştinên dozê bi rê ve çûne û heta niha çi pêşketineke diyar li ser dozê nebûye û kûjerên Tahîr Elçî nehatine eşkerekirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî di 28ê Mijdara 2015an de di dema kongreyeke rojnamegerî de li ber Minareya Çarling hatibû kuştin.

Parêzerên doza Tahir Elçî jî dibêjin; nayê xwestin ku doz bê ronîkirin, lê belê heta ku doz neyê ronîkirin ew jî dest ji têkişîna xwe ya hiqûqî bernadin.

Ev nûçe bi tevahî 707 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:17:33