Li Sêrtê her cure çalakî ji bo 15 rojan hatin qedexe kirin

Li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê her cure çalakî û xwepêşandan ji bo du hefteyan hatin qedexekirin.

28 Sibat 2023 - 11:21
28 Sibat 2023 - 11:21
 0
Li Sêrtê her cure çalakî ji bo 15 rojan hatin qedexe kirin

Parêzgeha Sêrtê di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn, nav sînorên bajarê Sêrtê her cure civîn, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, kon, kampanya îmzeyan, şahî, konser, şahî, lîstikên şanoyê, xwepêşandan û hemû çalakiyên bi vî rengî heta 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, dema qedexeyê ji 1ê Adara 2023an destpê dike û heta 15ê Adarê berdewam dibe.

Ev nûçe bi tevahî 1154 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 12:10:22