Li Sêrtê qedexe hat ragihandin

Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê hemû meş, çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

13 Tîrmeh 2023 - 02:51
13 Tîrmeh 2023 - 02:51
 0
Li Sêrtê qedexe hat ragihandin

Biryara qedexeyê bi daxuyaniyekê ji aliyê Parêzgariya Sêrtê ve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê, biryar ji ber çalakiyên dawî yên li nav Tirkiyê û operasyonên artêşa Tirkiyê yên li Sûriye û Iraqê ku dijî rêxistinên terorê tên kirin hatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji roja Pêncşemê 13ê Temûza 2023an heta 27ê Temûzê demjimêr 23:59 deqe bo dema 15 rojan li seranserê parêzgehê hemû çalakiyên wek xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir, stand û çalakiyên wiha li wê parêzgehê qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Ev nûçe bi tevahî 712 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:44:22