Li sînorê Çîn-Tacikistanê bi hêza 7.2 erdhej çêbû

Li ser sînorê Çîn-Tacikistanê bi mezinahiya 7.2 pileya rîxterê erdhej çêbû.

23 Sibat 2023 - 06:10
23 Sibat 2023 - 06:10
 0
Li sînorê Çîn-Tacikistanê bi hêza 7.2 erdhej çêbû

Li gorî daxuyaniya Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC), li nêzîkî sînorê di navbera Herêma Xweser a Uygur a Sincanê ya li rojavayê bakurê Çînê û Herêma Xweser a Bedexşana Çiyayî ya li rojhilatê Tacikistanê de erdhej çê bû.

Li gor Navenda Torên Erdhejê ya Çînê, hêza erdhejê 7.2 pileya rîxterê ye û erdhej li heremeke berfireh jî hest pê hatiye kirin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê wekî 6.8 pile pîva, navenda lerzê jî wekî 67 kîlometre rojavayê bajarê Murghobê yê li aliyê sînorê Tacikistanê tomar kir.

Ev nûçe bi tevahî 972 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:11:55