Li Sêrtê qeza: Dayik û 5 zarokên xwe di otomobîlê de şewitîn

Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê agir bi otomobîlekê ket û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

7 Mijdar 2023 - 06:11
7 Mijdar 2023 - 06:11
 0
Li Sêrtê qeza: Dayik û 5 zarokên xwe di otomobîlê de şewitîn

Li gundê Xisxisê yê navçeya Misirca Sêrtê doh otomobîleke ku bi LPGê kar dikir ji rê derket û qulibî.

Piştre jî agir bi otomobîlê ket û ew otomobîl teqiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, tenduristî û cendirme çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 6 kesên ku zarok jî di nav wan de bûn canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîlê jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê şofêr bir nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku derbarê qezeyê de lêkolîn didome.

Nasnameya kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest daye wiha wiha ne: Dayik Aynûr Yaşar (35), zarokên wê Berîtan (15), Viyan (14), Bahoz (12), Cûdî (6) û Rodî (4).

Ev nûçe bi tevahî 705 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:32:15