Li Wanê bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin
Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi hinceta PKKyê 13 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 1-8ê Çiriya Pêşîn de bi armanca “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” çend “operasyon” hatine kirin.
Li Wanê di navbera 1-8ê Cotmehê de di “operasyonên” cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 13 kes hatin desteserkirin.
Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi hinceta “PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.
Nûvekirina herî dawî: 05:30:33