Loiseau: Eger ne Pêşmerge bûya me nekarîbû DAIŞê bişkînîn

Eger ne Pêşmerge bûya, me nekarîbû DAIŞê bişkînîn

26 Gulan 2022 - 02:55
26 Gulan 2022 - 02:55
 0
Loiseau: Eger ne Pêşmerge bûya me nekarîbû DAIŞê bişkînîn

Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê ku bi serdanekê li Herêma Kurdistanê ye diyar kir: ‘Eger ne Pêşmerge bûya, me nekarîbû DAIŞê bişkînîn.’

Li gor Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê Nathalie Loiseau do da zanîn: ‘Em 2 rojan li Bexdayê bûn û do hatin Hewlêrê û ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Seroka Parlamentoyê, Wezîrê Pêşmerge û hejmarek ji şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê civiyan û biryar e ligel berpirsên din û nûnerên civaka sivîl jî bicivin.’

Herwiha Nathalie Loiseau destnîşan kir: ‘Peyama me ji bo Herêma Kurdistanê, peyama dostaniyê ye. Me bi hev re ziyaneke mezin gihand terorê. Eger ne Pêşmerge, me nekarîbû DAIŞê bişkînîn.’

Seroka Komîteya Berevaniyê ya Parlamentoya Ewropayê herî dawî diyar kir: ‘Em hatine ji bo peyama xwe ya aştî û dostaniyê bigihînin we (Herêma Kurdistanê), ji ber ku hûn li navçeyeke gelekî hestiyar û girîng in ji bo Ewropayê û em hatine vê dostaniyê bihêztir bikin.’

Ev nûçe bi tevahî 693 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:10:14