Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsê îstîxbarata PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

Medyaya fermî ya Tirkiyê îro ragihand, saziya îstîxbarata niştimanî ya wî welatî (MÎT) li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê berpirsekî pilebilind ê PKKê ku plandanerê kuştina dîplomatekî Tirkiyê li Hewlêrê bûye, kuştiye.

5 Tîrmeh 2023 - 04:50
5 Tîrmeh 2023 - 04:50
 0
Medyaya fermî ya Tirkiyê: Berpirsê îstîxbarata PKKê li Silêmaniyê hat kuştin

Ajansa fermî ya Tirkiyê di nûçeyeke bilez de ragihandiye, Berpirsê Îstîxbarata PKKê li Iraqê Celal Kaya di operasyoneke MÎTê di operasyonekê de li bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest daye.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, ew berprisê PKKê teşwîqkarê êrîşa ser dîplomatê Tirkiyê yê li Hewlêrê Osman Kose û kuştina wî bûye.

Ji aliyê PKKê ve derbarê mijarê de hêj ti daxuyanî nehatine dayîn.

Derbarê dem û çawaniya operasyonê de ti hûrgilî nehatine ragihandin.

Ev nûçe bi tevahî 670 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 22:34:26