Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike û tekezê li ser piştevanîkirina mafên rewa yên xûşk û birayên Êzidî û xizmetkirina wan dike.

6 Cotmeh 2025 - 11:18
6 Cotmeh 2025 - 11:18
 0
Mesrûr Barzanî cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 6ê Cotmeha 2025ê) peyamek ji bo pîrozkirina cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî belav kir.

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:

Bi helkefta cejna Cemayê, ez pîrozbahiyeka gerim li tevaya xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîvîdar im rojên cejnê bi xêr û xweşî biborînin. Em tekezê li ser piştevaniya mafên rewa yên xûşk û birayên Êzidî û xizmetkirina wan dikin.

Cejna Cemayê li hemiyan pîroz be û her di xweşiyan de bin. 

Mesrûr Barzanî

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

 

Ev nûçe bi tevahî 4 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:23:42