Mesrûr Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek weşand

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera tawana kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî peyamek belav kir û ragihand; pêwîst e hikûmeta federal bi awayekî şayeste kesûkarên serbilind ên şehîdan û Anfalkiriyan qerebû bike.

16 Avrêl 2026 - 10:43
16 Avrêl 2026 - 10:43
 0
Mesrûr Barzanî di 39emîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan de peyamek weşand

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 16ê Nîsanê peyamek bi boneya salvegera tawana kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî, li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de nivîsî: "Di sî û nehemîn salvegera kîmyabarankirina Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî de, em bi rêz û rûmet şehîdan bi bîr tînin û pîrozbahiya me ya zêde ji bo xebat û qurbaniyên xelkê têkoşer ê wê deverê heye."

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku pêwîst e hikûmeta federal, bi awayekî şayeste, qerebûya kesûkarên serbilind ên şehîdan û Anfalkiriyan bike.

Îro 39 sal bi ser êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê re derbaz dibin ku li Geliyê Xoşnawetiyê li sinorê parêzgeha Hewlêrê, Balîsan û Şêx Wesanan û gundên derdorê kirin armanc û zêdetirî hezar welatiyan hatin şehîdkirin û birîndarkirin û enfalkirin.

Rijêma berê ya Îraqê li roja 16ê Nîsana 1987ê êrîşeke kîmyayî kir ser Balîsan û gundên Xoşnawetiyê ku wekî êrîşa yekê ya kîmyayî ya rijêma Beis li ser Kurdistanê tê hesibandin.

Piştî wê êrîşa kîmyayî, bi dehan welatiyên birîndar, ku ji bo çareseriyê gehandibûn nexweşxaneyên Hewlêrê, ji aliyê hêzên rijêma Beis ve hatin revandin û enfalkirin û heta niha jî çarenivîsê wan diyar nîne.

Kîmyabarankirina Geliyê Xoşnawetiyê ev gund vegirtin: Şêx Wesanan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Balîsan, Melekan û Deraş.

Herwekî rêzgirtin ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Geliyê Xoşnawetiyê, Perlemantoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de bi biryara hejmar yek a sala 2008ê roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

Her sal di roja salvegera kîmyabarankirina Xoşnawetiyê û roja jîngeha Kurdistanê de, dezgehên hikûmetê û welatî û tex û çînên Kurdistanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên din roja jîngeha Kurdistanê zindî dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:45:31