Nêçîrvan Barzanî: Kîmyabarana Balîsanê destpêka tawanên dirinde bû
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Kîmyabarana Balîsanê destpêka tawanên dirinde bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro bi helkefta salvegera kîmyabarana Balîsan, Şêx Wasanan û Dola Xoşnawetiyê peyamek belav kir.
"Destpêka tawanên dirinde bû"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."
Ew tawana mezin a ku rejîma berê ya Îraqê sala 1987an encam da, destpêk û destpêkirina zincîreyeke tawanên dirinde yên kîmyabarankirina xelkê sivîl û ax û xwezaya ciwan a Kurdistanê bû."
"Em bejna xwe ditewînin"
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bal kişand ser qurbaniyên wê karesatê û got:
"Em di vê bîranîna biêş de bejna xwe li ber giyanê pak ê şehîdên nemir ditewînin.
Em silavan ji bo mirovên wan ên serbilind û ji bo qurbanî û birîndarên wê karesatê dişînin."
"Tawankar neman"
Nêçîrvan Barzanî derbarê navçeyê û "xweragiriya" Kurdan jî wiha axivî:
"Balîsan, Şêx Wasanan û tevahiya Dola Xoşnawetiyê, her tim navenda nîştimanperwerî û piştgiriya şoreş û pêşmergeyan bûn.
Ji ber vê yekê bûn armanca wê êrişa reş lê gelê Kurdistanê bi xweragirî ma û tawankar neman."
Serokê Herêma Kurdistanê silavan ji bo "giyanê pak ê şehîdên Xoşnawetiyê û hemû şehîdên Kurdistanê" dişîne.
Nûvekirina herî dawî: 11:44:27





































































































































































