Mesrûr Barzanî: Serkeftina Dihokê cihê şanaziya me hemûyan e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemûyan e."

16 Avrêl 2025 - 10:06
16 Avrêl 2025 - 10:06
 0
Mesrûr Barzanî: Serkeftina Dihokê cihê şanaziya me hemûyan e

Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Lîga Şampiyan a Kluban a Kendavê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Pîrozbahiyeke germ li tevahiya lîstikvanên Dihokê, xelkê bajarê Dihokê û Kurdistanê bi giştî dikim ji bo bi destanîna Kupaya Lîga Şampiyonan a Kluban a Kendavê.

Ev serkeftina mezin cihê şanaziya me hemûyan e. Hêviya serkeftinê ji bo hemû tîmên werzişê yên Herêma Kurdistanê dixwazim."

 

Ev nûçe bi tevahî 231 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 08:34:58