Nêçîrvan Barzanî tîma Dihokê pîroz kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber serkeftina wê pîrozbahî li tîma Dihokê kir û got, "Em şanaziyê bi tîma Dihokê û serkeftina wê dikin."

16 Avrêl 2025 - 10:07
16 Avrêl 2025 - 10:07
 0
Nêçîrvan Barzanî tîma Dihokê pîroz kir

Tîma futbolê ya Dihokê li hemberî tîma futbolê ya Qadisiyeyê ya Kuweytê 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Kluban a Kendavê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber şampiyoniya Dihoke peyameke pîrozbahiyê belav kir.

"Li Kurdistanê dilê me hemûyan şad kir"

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ji dil û bi germî pîrozbahyê li tîma Dihokê ya xoşewîst dikim ji bo serkeftna wê ya îro ku cara yekem bû şampiyona Kupaya Kendavê.

Wan bi vê serkeftinê û vê yariya ciwan û bihêz, li Kurdistan û seranserê Îraqê dilê me hemûyan şad kir. Em hemî şanazyê bi tîma Dihokê û vê serkeftinê dikin.

Yek bi yek destxweşiyê li hemû lîstikvan û berpirsên tîma Dihokê dikim ku cihê spasî û pêzanîn û şanaziya kurdistanê û hemî Îraqê ne.

Hêviya gelek serkeftin û bidestxistina gelek kupayên din ji bo wan dixwazim. Her bijîn, her hebin, her serkeftî bin."

 

Ev nûçe bi tevahî 234 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:59:56