Mesrûr Barzanî û Eyad Ellawî pêşhatên herî dawî yên Iraqê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê kir û tekezî li ser çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê kirin.
Îro Înê 9ê Kanûûna 2022yan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî kir û pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînê de herdu aliyan, rewşa giştî, pêşhatên herî dawî yên Iraq û navçeyê û girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal, li ser bingeha destûrê, gotûbêj kirin.
Nûvekirina herî dawî: 21:41:07