Mesrûr Barzanî û Kazimî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û serokwezîrê berê yê Îraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.

10 Adar 2025 - 11:19
10 Adar 2025 - 11:19
 0
Mesrûr Barzanî û Kazimî: Divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin

Mesrûr Barzanî duh li Hewlêrê bi Mistefa Kazimî re civiya.

Di civînê de mijarên wekî “pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê”, “hilbijartina bê ya Encûmena Nûneran” û “rewşa herêmê” hatin nirxandin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê got:

“Beşeke civînê taybet bû bi pêwîstiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û dabînkirina mafên destûrî û şayisteyên darayî yên xelkê Kurdistanê.”

 

Ev nûçe bi tevahî 526 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 18:06:49