Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî: Divê li Sûriyeyê mafên Kurdan bên parastin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiyan.

27 Gulan 2026 - 11:24
27 Gulan 2026 - 11:24
 0
Mesrûr Barzanî û Mezlûm Ebdî: Divê li Sûriyeyê mafên Kurdan bên parastin

Li gorî daxuyaniya hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî qebûl kir.

Rewşa Sûriyeyê û pirsa Kurdan

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de derbarê guherîn û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Sûriyeyê û pirsa Kurdan a li wî welatî bîr û ra hatin guhertin.

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her du alî li ser girîngiya parastina ewlehî û aramiya Sûriyeyê û parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan hevnêrîn in.

Mezlûm Ebdî bi Nêçîrvan Barzanî re jî civiya

Ev civîn piştî wê yekê hat ku doh li Serokatiya Herêma Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî civiyabûn.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser wê civînê jî daxuyaniyek belav kiribû.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de rewşa Sûriye û Kurd û pêkhateyên li wî welatî hatin gotûbêjkirin.

Her wiha li ser bipêşketinên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê bîr û ra bi hev hatin guhertin.

 

Ev nûçe bi tevahî 56 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:10:48