Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkayê tekezê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şandeke Amerîkayê re tekezê li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike.

23 Avrêl 2025 - 16:12
23 Avrêl 2025 - 16:12
 0
Mesrûr Barzanî û şandeke Amerîkayê tekezê li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 23.04.2025) ragehand, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkayê kir.”

Di wê ragehandinê de hatiye, “Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner jî di wê hevdîtinê de amade bû. Wê şandê dilxweşiya xwe ji bo tevlîbûna xwe ya di merasîmên Roja Nimêja Niştîmanî li Kurdistanê de diyar kir.”

Herwesa her du li ser rewşa pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî li Herêma Kurdistanê jî axiftin.

Di pareke din a wê civînê de, tekez li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê jî hat kirin.

 

Ev nûçe bi tevahî 236 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 01:19:30