Musena Emîn: Bila PKK bizane em ne wek wan in
Serkirdeyekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) bersiva buxtan û tohmetên PKKê da û ragehand, em ne wek wan in.

Ev çend roj in medyaya PKKê êrişek li dijî Yekgirtû daye destpêkirin ku qaşo li hember hikûmeta Kurdistanê xwedan helwesteka lawaz e.
Li ser vê mijarê, endamê serkirdetiya Yekgirtû û parlementerê wê partiyê li parlementoya Iraqê, Musena Emîn ji BasNewsê re got, li ba me berjewendiyên Kurdistanê li pêşiya her tiştekî ye û helwest û reftarên me jî li ser vî esasî ne.
Musena Emîn her wiha got, bila destpêkê PKK bêje ka çima şerê xwe û Tirkiyê derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê kiriye, paşê gilî û gazindan bike. Divê PKK siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike. Tirkiye jî divê vê yekê bizanibe ku arîşe û pirsgirêk bi şer na lê bi diyalog û rêkên aştiyane çareser dibin.
Wî serkirdeyê Yekgirtû anî ziman, ew û PKK ne wek hev in ji ber wê jî helwest û rêbaza wan cuda ye. Bila PKK vê yekê baş bizane.
Nûvekirina herî dawî: 05:51:17