Nêçîrvan Barzanî ji bo zimanê dayîkê peymamek belav kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya parastina Kurdî û da zanîn ku divê zimanên neteweyên din ên li Herêma Kurdistanê jî werin parastin û bipêşxistin.
Serokê Herêma Kurdistanê diyar, “Divê her kes bi awayekî azad bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive û pê de çû:
“Em balê dikişînin ser ku divê li Kurdistanê pirrenginiya zimanî û çandî were dewlemendtirkirin û herwiha divê li her devera cîhanê mafê perwerde û xwendina bi zimanê dayîkê hebe.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe kedkarên zimanê Kurdî bi bîr anîn û got:
“Em hemû kesên ku ji Kurdî û zimanên din ên dayîkê re xizmet kiriye bi rêzdarî bi bîr tînin.”
Barzanî destnîşan kir ku zimanê dayîkê hîmê parastina nasnameyê ye.
Nûvekirina herî dawî: 14:53:26