Nêçîrvan Barzanî: Biryara PKKyê dê li herêmê rûpeleke nû veke

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê got, "Em piştgiriyê didin biriyara xwefesixkirin û danîna çekan a PKKyê û dê rûpeleke nû li herêmê veke."

12 Gulan 2025 - 16:00
12 Gulan 2025 - 16:00
 0
Nêçîrvan Barzanî: Biryara PKKyê dê li herêmê rûpeleke nû veke

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an eşkere kirin.

Li gorî biryaran, “PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryara xwefesixkirin û çekdanîna PKKyê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Em piştgiriyê didin biryara PKKyê ya xwefesixkirin û danîna çekan û guhdana wê ya banga birêz Ocalan dikin û wê wekî gaveke çarenûsî dibînin ku rûpeleke nû li herêmê vedike.

Ev gav nîşana pêgihiştina siyasî ye û rê ji diyalogeke rastîn re vedike ku bihevrejiyanê û aramiyê li Tirkiye û seranserê herêmê xurt dike.

Niha dema wê ye û çavên hemûyan lê ye ku ev gava girîng bi gavên din ên erênî û pêwîst yên hemû aliyên têkildar bê bersîvdan.

Ev zemîneyeke rast û dirust tîne holê û dibe bingeha aştiyeke mayînde û tevahî ku dawiyê li dehan salên tundî, êş û janan tîne û herêmê ber bi asoyeke nû ya bipêşketinê ve dibe.

Tevî pêzanîn û spasdariya ji bo rola Serok Erdogan ya piştgirîkirin û hewlên wî yên ji bo serxistina vê pêvajoyê, em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her tim piştgiriya hemû hewlên ji bo çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane dike û em hêvîdar in ku ev destpêşxerî bibe xala guhertineke yekcarî.

Her wiha em hemû amadebûna xwe diyar dikin ji bo berdewamiya pêşkêşkirina hemû awayên alîkarî û hevkariyê ji bona serkeftina vê derfeta dîrokî."

 

Ev nûçe bi tevahî 234 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 20:10:59