Nêçîrvan Barzanî: Em dê ji bo bicihanîna destûrê û xurtkirina federalîzmê baştir bixebitin
Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Serok Mesûd Barzanî, malbatên şehîdan û endam û alîgirên PDKyê kir û got, "Ev serkeftin, serkeftina hemû Kurdistan û Îraqê ye û cihê şadî û şanaziya me hemûyan e."

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, “Ji kûrahiya dilê xwe ve bi germî pîrozbahiyê li Cenabê Serok Barzanî û malbatên serbilind ên şehîdan û endam û cemawerê partiyê û gelê wefadar ê Kurdistanê dikim ji bo serkeftina mezin û dîrokî ya partiya me di hilbijartinên Parlamentoya Îraqê de.
Ev serkeftin, serkeftina hemû Kurdistan û Îraqê yê û cihê şadî û şanaziya me hemûyan e.”
Di heman demê de Alîkarê Serokê PDKyê spasî û destxweşî li "hemû wan dilsozan" kir ku "westiyan û bi mêrxasiyeke mezin xebitîn heta ku dengê partiyê gihandin zêdetirî milyonekê û PDK kir partiya yekem."
Nêçîrvan Barzanî derbarê endam û alîgirên PDKyê de amaje bi wê yekê kir ku wan kampanyaya (milyonek deng) a PDKyê bi ser xist û "PDK bihêztir kirin, da ku dengê PDKyê li Bexdayê wêrektir be û bikaribe ji bo bicihanîna destûrê û baştir çespandina federaliyê baştir bixebite."
Nêçîrvan Barzanî her wiha got, "Em soza xwe ji bo rêber û mezinê xwe Cenabê Serok Barzanî ducare dikin ku em dê wekî her car di bin rênimayî û fermanên cenabê wî de xizmeta gel û welatê xwe bikin û bibin parêzerên mafên hemû pêkhateyên Kurdistan û Îraqê.
Em dê bixebitin da ku Îraq bibe welatê hemûyan û em hemû bi hev re paşerojeke geştir ji bo Kurdistan û Îraqê misoger bikin."
Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî ragihand, "Her bi vê boneyê, em serê xwe li ber giyanê pak ê şehîdan ditewînin. Em wan bi rêz û rûmet bi bîr tînin."
Nûvekirina herî dawî: 13:05:04







































































































































































