39 sal di ser kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan re derbas dibin

Îro 16ê Nîsana 2026an, 39 sal di ser yekemîn êrîşa kîmyawî ya rejîma berê ya Beisê ya li ser xaka Kurdistanê re derbas dibin. Di vê rojê de Dolê Xoşnawetî li sînorê parêzgeha Hewlêrê, bi taybetî deverên Balisan û Şêx Wesanan bûn armanc û ji ber wê zêdetirî 1000 welatî şehîd bûn, birîndar bûn yan jî hatin anfal kirin.

16 Avrêl 2026 - 10:39
16 Avrêl 2026 - 10:39
 0
39 sal di ser kîmyabarankirina Balîsan û Şêx Wesanan re derbas dibin

Îro 16ê Nîsana 2026an, 39 sal di ser yekemîn êrîşa kîmyawî ya rejîma berê ya Beisê ya li ser xaka Kurdistanê re derbas dibin. Di vê rojê de Dolê Xoşnawetî li sînorê parêzgeha Hewlêrê, bi taybetî deverên Balisan û Şêx Wesanan bûn armanc û ji ber wê zêdetirî 1000 welatî şehîd bûn, birîndar bûn yan jî hatin anfal kirin.

Êvara 16ê Nîsana sala 1987an, rejîma Iraqê êrîşeke kîmyawî ya dirinde bir ser Dolê Balisan û gundên Xoşnawetî; ev wekî yekemîn car pênase dibe ku Beisê çekê kîmyawî li dijî gelê Kurdistanê bi kar aniye. Êrîş bû sedema şehîdbûn û birîndarbûna bi dehan jin, mêr û zarokên bêgunah.

Nexweşî û karesatên wê deverê tenê bi bombekirinê bidawî nehatin; piştî êrîşê, bi dehan welatiyên birîndar ên ku ji bo wergirtina dermankirinê gihandibûn nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin revandin û windakirin (enfal kirin), ku heta niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Li gorî amarên fermî, di wê êrîşê û di proseya enfalkirina Dolê Xoşnawetî de, 263 welatî şehîd bûn û 800 welatiyên din jî birîndar bûn.

Kîmyabarankirina Dolê Xoşnawetî ziyan gihand gelek gundan, ku hinek ji wan ev in: Balisan, Şêx Wesan, Kanî Berd, Bêrawe, Şîre, Xetê, Melekan, Deraş.

Herwekî rêzgirtin ji bo şehîd û qurbaniyên kîmyabarana Geliyê Xoşnawetiyê, Perlemantoya Kurdistanê di rûniştina xwe ya roja 7ê Nîsana 2008ê de bi biryara hejmar yek a sala 2008ê roja 16ê Nîsanê wekî roja jîngeha Kurdistanê diyar kir.

Her sal di roja salvegera kîmyabarankirina Xoşnawetiyê û roja jîngeha Kurdistanê de, dezgehên hikûmetê û welatî û tex û çînên Kurdistanê bi çandina şitilên daran û çalakiyên din roja jîngeha Kurdistanê zindî dikin.

 

Ev nûçe bi tevahî 33 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 11:41:24