Nêçîrvan Barzanî li gel Heyder Ebadî civiya
Serokwezîrê herêma Kurdistanê serdana paytexta Iraqê Bexdayê kir û li gel serokwezîrê Iraqê civiya.

Îro 20.01.2018ê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekê serdana Bexda kir û li gor zanyariyên berdest Nêçîrvan Barzanî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiyaye.
Berî naha konsolxaneya Îranê li Hewlêrê ragehand, Nêçîrvan Barzanî sibê 21.01.2018ê serdana Tehranê dike û li gel berpirsên payebilind ên wî welatî dê bicive.
Nûvekirina herî dawî: 19:54:30