Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste kare serekî yê hikûmeta nû ya Iraqê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexda be

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

27 Tîrmeh 2022 - 07:07
27 Tîrmeh 2022 - 07:07
 0
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîste kare serekî yê hikûmeta nû ya Iraqê çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexda be

Serokê Herêma Kurdistanê di civînekê de ligel Balyozê Brîtanya li Iraqê de ragihand, pêwîst e pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê ji karên pêşîne yên hikûmeta bê ya Iraqê de be.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Tîrmehê 2022an pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de, dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Iraqê, destnîşankirina kandîdên ji bo postên serokwezîrê hikûmeta Iraqê yê bê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên helawîstî mane, bi taybet ên di warê petrol û gazê de hatin guftûgokirin, her wiha behsa êrîşên dawî yên li ser kêlgeha Kormorî ya gazê û navçeya geştiyariyê ya li Zaxoyê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li wê yekê kir ku giring e guftûgo di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji bo çareserkirina pirsgirêkan, bi taybet yên di warê petrol û gazê de berdewam bin, pêwîst e ev pêngav jî ji karê pêşîne yê hikûmat nû ya Iraqê be.

Li gor daxuyaniyê, hilbijartinên bê û giringiya yekrêziya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, rewşa Şingalê, pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran û dawî pêşhatên li Sûriyê, babetên din ên civînê bûn ku Kosulê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt jî tê de beşdar bû.

Ev nûçe bi tevahî 827 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 13:20:52