Nêçîrvan Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên teqîna Bartinê kir
Ji ber teqîna kana madenê ya li bajarê Bartinê yê Tirkiyê, 40 kesan canê xwe ji dest dan. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî li malbatên qurbaniyên wê teqînê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir: “Bîra min li cem qurbaniyên teqîna kana komirê ya li Tirkiyê ye, ez sersaxî li malbatên qurbaniyan dikim. Hêviya başbûna bilez jî ji bo karkerên birîndar dixwazim.”
Li parêzgeha Bartin a Tirkiyê duh înê 14ê Cotmeha 2022yan di demjimêr 18:15 xulekan de, di kana madenê de di kûrahiya 300 metreyan de teqînek pêk hat.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu îro li cihê bûyerê ragihand, di teqîna kana madenê ya Bartinê de 40 kesan canê xwe ji dest dane.
Nûvekirina herî dawî: 12:03:31