Nêçîrvan Barzanî û Elî Xamineyî tekezî li ser berdewamiya hevkariyan kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duh li Tehranê bi Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Rêberê Olî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ya dîtina Xamineyî anî ziman û “tekezî li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina pêwendiyên bi Komara Îslamî ya Îranê re ya di hemû waran de kir.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha “spasiya piştevaniya Îranê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê jî kir.”
Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser giringiya pêwendiyên Îranê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.
Hat ragihandin ku her du alî li ser berdewamiya aramî û berfirekirina hevkariyên hevbeş ên Komara Îslamî ya Îranê yên Îraq û Herêma Kurdistanê re hemfikir bûn.
Di hevdîtinê de rewşa herêmê bi giştî û çend mijarên ku di berjewendiya hevbeş de ne jî hatin gotûbêjkirin.
Nûvekirina herî dawî: 14:57:47