Necmedîn Kerîm: Ez ji Kurdistanê derneketime

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm red kir, ku ji Herêma Kurdistanê ve çûye Amerîkayê û ragihand: “Ez li Hewlêrê me û min Kurdistan neterikandiye.”

8 Mijdar 2017 - 04:43
8 Mijdar 2017 - 04:43
 0
Necmedîn Kerîm: Ez ji Kurdistanê derneketime

Necmedîn Kerîm li ser nûçe û zanyariyên ku dibêjin, ew ji Kurdistanê derketiye û çûya Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê, bertek nîşan da.

Necmedîn Kerîm di daxuyaniya xwe ya ku ajansa Rûdawê re ragihand: “Ez niha li parêzgeha Hewlêrê me û min serdana Amerîkayê nekiriye.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Kerîm herwiha got: “Asayî ye ku ez biçim Amerîkayê û vegerim weke hemû carên berê, lê belê niha ez li Hewlêrê me û min Kurdistanê terk nekiriye.”

Piştî bûyerên roja 16'ê Cotmeha 2017ê ku hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê êrişî Kerkûkê û navçeyên dinên Kurdistanî kirin, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm hate Hewlêrê û li vê derê bicih bû.

Her wiha Necmedîn Kerîm pêştir di hevpeyvînekê de ji ajansa Bloomberg a amerîkî re gotibû: “Niha min plana wê yekê nîne ku ez vegerim Kerkûkê, eger ez vegerim dê jiyana min bikeve metirsiyê.”

Ev nûçe bi tevahî 1413 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 14:52:13