Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê li Îranê ye

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyah Sûdanî îro li ser vexwandina Serokkomarê Îranê bi serdanekê gihîşt Tehranê.

29.11.2022, Sal - 12:31

Serokwezîrê Iraqê bi serdanekê li Îranê ye
Nuçe Belav bike

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye, Serokwezîr Mihemed Şiyah Sûdanî tevî şandeke pê re îro li ser vexwendina Serokkomar Îranê Îbrahîm Reîsî bi serdanekê li Îranê ye.

Sûdanî li Tehranê di merasimeke fermî de ji aliyê Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ve hat pêşwazîkirin û piştre hevdîtina di navbera her du serkirdeyan dest pê kir.

Serdana Sûdanî bo Îranê dê du rojan berdewam be û dê bi rayedarên Îranê û bi taybet Rêberê Komara Îslamî Elî Xamineyî re bicive.

Li gor agahiyan, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hisên, Wezîrê Petrolê Heyan Ebdulxenê, Şêwirmendê AQsayişa Netewî ya Iraqê Qasim Erecî, herwiha şêwirmendê aborî û rêveberê ofîsa serokwezîr û Rêveberê Banka Bazirganiya Iraqê di şanda Iraqê de ne.

Alîkarê Rêveberê Ofîsa Serokkomarê Îranê bo karûbarên siyasî, Mihemed Cemşîdî ji ajansa femrî ya wî welatî IRNAyê re ragihand, di wê serdanê de Sûdanî dê lihevhatinekê bo pêşxistina hevkariyên di navbera Tehran-Bexdayê de bi berpirsên Komara Îslamî re îmze bike.

Ajansa IRNAyê herwiha ragihandiye, gotûbêjkirina mijarên ewlehiyê û sînoran û bi taybet bicihkirina hêzên Iraqî li ser sînorê Herêma Kurdistanê yek ji mijarên hevdîtinên Serokwezîrê Iraqê û rayedarên Îranê dibe.

Li gor heman çavkaniyê, herwiha mijara hebûna hêz û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê (PAK) di nav axa Herêma Kurdistanê de jî dibe ku mijareke gotûbêjên hevdîtinên Sûdanî li Tehranê bin.

Ev sêyemîn serdana Sûdanî bo derveyî welat piştî wergirtina posta serokwezîrtiya Iraqê ye. Sûdanî pêştir serdana Urdun û Kuweytê jî kiribû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 213 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:16:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x