Şırnex - Du grûp ji ber hilbijartinan bi hev ketin: 7 kes birîndar bûn

Li nahiyeya Giteyê ya navçeya Silopyayê ya Şirnexê du grûp ji ber hilbijartinan bi dar û keviran bi hev ketin.

12.04.2024, Cum - 09:47

Şırnex - Du grûp ji ber hilbijartinan bi hev ketin: 7 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Di encamê de 4 kes û 3 endamên tîma tenduristiyê ku ji bo midaxeleyê çûbûn cihê bûyerê bi giştî 7 kes birîndar bûn.

Li nahiyeya Giteyê ya navçeya Silopyayê ya Şirnexê duh di navbera du grûpan de pevçûn çêbû û 4 kes birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku ew alîgirên AK Partiyê û Partiya Yenîden Refahê ne.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn cihê bûyerê û li wê derê grûpekê êrişî tîma tenduristiyê jî kiriye û di encamê de 3 kes birîndar bûne û zerer gihiştiye ambulansê jî.

Li ser vê yekê polîsan midaxele kiriye û çend kes hatine desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê kesên birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 211 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:11:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x