Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kar li ser vejandina zêdetir a gundên Kurdistanê bê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Wezareta Avedankirin û Niştecihkirinê kir

13.06.2022, Pts - 08:06

Mesrûr Barzanî: Pêwîst e kar li ser vejandina zêdetir a gundên Kurdistanê bê kirin
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê, birîkar, şêwirmend û rêveberên giştî, serperiştiya civîneke taybet a wezaretê kir.

Di destpêkê de, Wezarê Avedankirin û Niştecihkirinê kurteyek derbarê kar, çalakî û projeyên wezaretê pêşkêş kir û amaje bi plana çarsalî ya wezaretê û wan projeyan kir ku di heyama temenê vê kabîneyê de hatine cibicîkirin. Hevdem jî ronahî xiste ser projeyên berdewam û projeyên girîng, ligel wê jî bal kişande ser budceya pêwîst a hin projeyan, ji wan jî projeya dusayda di navbera bajaran de.

Piştre Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, tevî kêşe û qeyranên darayî, lê belê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor plana û budceya li ber dest û ji ber karnameya çaksaziyê, karî bi hevkariya karta taybet çendîn proje li seranserî Herêma Kurdistanê cibicî bike, bi taybet di warê veguhastin û rêyan de. Her wiha kar li ser projeyên girîng û stratejîk kiriye, wek projeya avakirina hêla hesin ku pêngaveke gelekî girîng e bo pevgirêdana bajar û navçeyan û pêşvebirina pevguhartina bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û parêzgehên Iraqê û welatên cîran de.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha behsa plana hikûmetê kir di warê niştecihkirinê de ku biryar e bîst hezar yekeyên nişticihbûnê bi hevkariya karta taybet ji bo kirênîşînan û kêmderametan li parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê û bi nirxekî kêm û qistên dirêj û bi kalîteya baş bêne avakirin. Di heman demê de, kar li ser temamkirina rêkarên avakirina 9 hezar yekeyên nîşticihbûnê yên din bê kirin ku çend sal in dest bi avakirina wan hatiye kirin û heta niha temam nebûne.

Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li wê kir ku pêwîst e gelekî girîngî û bayexdan bi gundên Kurdistanê bê dayîn û rêyên wan bên nûjenkirin û jiyana gundiyan bê baştirkirin, ji bo vê mebestê jî hikûmeta dikare bi hevkariya karta taybet, piştgîriyê li dirustkirina projeyên biçûk di warê çandinî, pîşesazî û pîşeyên destan li gundan bike, ji bo gundiyên Kurdistanê jê sûdê bibînin û aboriya Kurdistanê geştir bibe.

Di dawiya civînê de, çendîn pêşniyar û rasparde ji bo başkirina karûbarên wezaretê, cibicîkirina projeyan, nehîştina rûtîn û zêdetir xizmetkirina welatiyan ji aliyê amadebûyan ve hatin pêşkêşkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 834 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:05:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x