Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ti deman naşikê

Serok Barzanî dibêje, “Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreş berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Eylûlê bû.”

26.05.2022, Per - 10:10

Serok Barzanî: Îradeya gelê Kurdistanê ti deman naşikê
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî bi helkefta 46mîn salvegera Şoreşa Gulanê peyamek weşand û têde ragihandiye, “vê şoreşê selmand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt tûşî rawestan û şikestê hatibe, lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demekê neşikestiye û bi nefes û hêzeke nû berdewam dibe ji bo bigihe azadiyê.”

Îro 46 sal di ser Şoreşa Gulanê re derbas dibe û serok Mesûd Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir. Di peyama xwe de, Serok Barzanî dibêje, “Şoreşa Gulanê, qonaxeke girîngê berxwedana Pêşmerge û gelê Kurdistanê ye. Ev şoreş berdewamî û hilgirê peyam û armancên Şoreşa Mezin a Eylûlê bû.”

Serok Barzanî herwiha amaje bi wê yekê dike ku ti carî vîn û îradeya gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina azadiyê neşikestiye û naşikê û dibêje, “Evê şoreşê selmand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê ji bo demeke kurt tûşî rawestan û şikestê hatibe, lê belê îradeya têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ti demekê neşikestiye û bi nefes û hêzeke nû berdewam dibe ji bo bigihe azadiyê.”

Barzanî tekez dike, “ew azadî û destkeftên niha hene berhemê xwîn û qurbanîdana gelê me di Şoreşa Gulan û hemû şoreşên din de ye”, û dibêje, “Di çil û şeşemîn salvegera Şoreşa Gulanê de, pêzanînên min ji bo wan hemû têkoşer û Pêşmerge û rêkxistinên navxweyî û wan niştimanperweran heye ku bi cangoriyane koçberiyê hilbijartin û qurbaniyan dan û bûne beşek ji şanaziyên gelê me.”

Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin, “Di vê bîranîna pîroz de hezaran silav ji bo giyanê yekem şehîdê Şoreşa Gulanê Şehîd Seyid Abdulla Hacî Omeranî û hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê re dişînîn û her wiha silav li xweragirî û qehremaniya Pêşmerge ku bi xwîn û qurbanîdana xwe serfîraziyê ji bo gelê xwe pêkanîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:38:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x