Ji Îranê bo Tirkiyê: Operasyona bejayî dê rewşê aloztir bike

Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan diyar dike, operasyoneke leşkerî ya bejahî ya Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dê rewşê aloztir bike.

30.11.2022, Çar - 15:23

Ji Îranê bo Tirkiyê: Operasyona bejayî dê rewşê aloztir bike
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa Îranî “ISNA”, Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan di pêwendiyeke telefonî ya bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlût Çavuşoglu re li ser pêşhatên dawiyê yên li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê û egera destpêkirina operasyoneke bejayî ya ji aliyê Tirkiyê ve kirin.

Herwaha hat ragehandin, Ebdullahiyan ji Çavuşloglu re axivî û got: “Îran nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlehiyê têdigehe û divê ev nîgeranî ji holê bên rakirin.”

Ebdullahiyan diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê di navbera her du welatan de hevdîtinên ewlehiyê bên kirin.

Ebdullahiyan diyar kir ku operasyona bejayî ya Tirkiyê dê pirsgirêkan çareser neke, dê bibe sedema wêraniyê û got, ev yek dê rewşê hîn aloztir bike.

Ebdullahiyan destnîşan kir ku ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ew amade ne her cure alîkariyê pêşkêş bikin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 20ê Mijdara 2022an ve dest bi êrîşên asmanî li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî gefa destpêkirina operasyoneke bejahî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê dixwe û dibêje, di guncawtirîn dem de, ew ê êrîş bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x