Fuad Hisên: Metirsiya berfirehbûna şerî mezin e

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê radigehîne, “Metirsiya berfirehbûna şerî hêşta li deverê berdewam e, ew jî ji ber berdewamiya şerî li kertê Xezze û Libnanê.” Herwesa dibêje, “Dibe ku şer ji bo deverên din jî berfireh bibe, ku ew jî li ser ewlehî û aramiya deverê û cîhanê dibe gef.”

11.11.2024, Pts - 10:10

Fuad Hisên: Metirsiya berfirehbûna şerî mezin e
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya Lûtkeya Îslamî de li Riyaza Siûdiyeyê, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên ragehand, “Ev lûtke di demeke hestyar û pirî metirsî de, ku dever tê re derbaz dibe, tê lidarxistin.” Herwesa got, “Îranê soz daye ku axa Îraqê ji bo êrîşkirina li ser Israîlê bi kar neyîne.”

Fuad Hisên amaje jî da ku, her gefeke li ser axa Îraqê ji her aliyekî ve be bi rijdî werdigirin. Herwesa bal kêşa ser aloziyên navbera Israîl û Îranê jî.

Navbirî ron jî kir, “Îraq keftiye nav cografiya şerî.” Herwesa got, “Berdewamiya êrîşan û êrîşkirina berevajî ji bo ser Îranê jî bi wê manayê tên ku, mimkin e ax û asmanên Îraqê bikevin nav çarçoveya wî şerî, lewma em hemî pirsan bi hîkmet werdigirin.”

Wezîrê Derve yê Îraqê tekez jî kir ku, hevdîtin û civînên wan bi aliyê Îranî re li ser astên cuda cuda berdewam in. Herwesa got, “Îraniyan bi ronî amaje daye ku çi êrîşekê bo ser Israîlê di axa Îraqê re nakin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 162 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:24:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x