Otobûsa Mêrdînê li Mêrsînê wergeriya: 9 mirî û 30 birîndar

Li navçeya Aydincikê ya Mêrsînê, otobûsa ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê wergeriya.

16.01.2024, Sal - 07:56

Otobûsa Mêrdînê li Mêrsînê wergeriya: 9 mirî û 30 birîndar
Nuçe Belav bike

Di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Otobûsa şîrketa Dilmenler Mêrdînê ya ku ji Marmarîsê diçû Mêrdînê li nêzîkî Tunela Sariyarê ya Yenikaşê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê testbît kir ku di qezayê de 9 kesan canê xwe ji dest daye û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyên derdorê.

Parêzgarê Mêrsînê Alî Hamza Pehlîvan jî diyar kir ku qeza li ser rêya Mêrsîn-Antalyayê bi qasî 170 kîlometreyî dûrî navenda bajêr, saet 01: 15an çêbûye.

Alî Hamza Pehlîvan got:

“Otobusa ku 40 rêwî û 3 personel tê de bûn, ber bi Mêrsînê diçû, di derketina Tunela Sariyarê de ji kontrola şofêr derket û wergeriya.

Di qezayê de 9 welatiyên me jiyana xwe ji dest da û 30 welatiyên me jî birîndar bûn. Welatiyên me yên birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçe û navenda bajarê me.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 298 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:37:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x