Otobusa rêwiyan a kompaniya Dogu Qers ku ber bi Enqerê ve diçû li bajarê Boluyê li barhilgirek qelibî û di encamê de 18 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî, agirkuj û polîsan bo cihê bûyerê hatin veguhestin.
Birîndarên ku ji aliyê tîmên îtfaiyeyê ve ji cihê ku asê mabûn hatin derxistin ji aliyê tîmên tendirustiyê ve rakirin nexweşxaneyên cuda.
parêzgarê Boluyê Erkan Kiliç ê ku hat cihê bûyerê û ji rayedaran agahî sitand daxuyanî da rojnamevanan û got, "Di qezaya ku îşev pêk hat de 18 birîndarên me hene. Rewşa yekî girane û ya yekî di jî nêzi giraniyê ye. 15 kes bo nexweşxaneyê hatin veguhestin."
Kiliç bal kişand ku li ser rê hemû tedbîr hatin girtin û wiha got: "Ji ber qezayê rê qerebalix e. Ji bo ku rê bê vekirin xebatên polêsên trafîkê dewam dikin."
Piştî ku wesayitên qeza kiribûn ji nav rê hatin derxistin, rê bi temamî ji bo çûn û hatina hat vekirin.