Nûrî Malikî tê Hewlêrê û bi Serok Barzanî re rûdine

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî sibe tê Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re dicive.

22 Mijdar 2025 - 10:41
22 Mijdar 2025 - 10:41
 0
Nûrî Malikî tê Hewlêrê û bi Serok Barzanî re rûdine

Hîşam Rukabiyê Şêwirmendê Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî, doh ji ajansa Rûdawê re ragihand:

"Biryar e sibe berê sibehê Nûrî Malikî bigihe Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî re bicive.

Armanca serdanê gotûbêjkirina li ser pêngavên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê ye."

Li gorî gotina şêwirmendê Malikî, tê çaverêkirin ku di çarçoveya wê mijarê de behsa posta Serokatiya Parlamentoyê, Serokkomariyê û Serokwezîriyê were kirin.

Wezîrê Avakirin û Niştecîkirinê yê Îraqê Bengîn Rêkanî jî doh hatina Nûrî Malikî ya Herêma Kurdistanê piştrast kiribû û gotibû, "Roja şemiyê digihe Hewlêrê."

Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê şeva 17ê Çiriya Paşîn a 2025an civiya û ragihand ku wan fraksiyona herî mezin a parlamentoyê pêk aniye.

Çarçoveya Hevahengiyê her wiha biryara avakirina du komîteyan da.

Yek ji bo destnîşankirina namzedê posta serokwezîriyê û ya duyem jî ji bo dan û standina bi aliyan re ya ji bo pêkanîna hikûmetê.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di van hilbijartinan de jî wekî hêza yekem a Başûrê Kurdistanê ma û zêdetirî milyonek dengan û 27 kursiyên Parlamentoya Îraqê bi dest xistin.

 

Ev nûçe bi tevahî 1 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 10:41:49