Parêzgariya Amedê têkildarî bûyera Rezanê û kuştina 2 kesan de dauxyanî da

Parêzgariya Amedê derbarê bûyera îro ya li navçeya Rezanê de ku têde 2 kesên birayên hev jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kujerê her du birayan, navê wî M.K. ye û Nobedarê Bazarê û Taxê (Bekçî) ye.

21 Hezîran 2023 - 11:28
21 Hezîran 2023 - 11:28
 0
Parêzgariya Amedê têkildarî bûyera Rezanê û kuştina 2 kesan de dauxyanî da

Îro di markêtekê de li taxa Selaheddînê Eyûbî ya navçeya Rezanê ya Amedê di navbera du komên nakok de pevçûn derket û di encamê de 2 kes hatin kuştin ku birayên hev in.

Derbarê bûyera îro ya li navçeya Rezan a Amedê de Parêzgariya Amedê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariya Amedê dibêje: “Îro saet derdora 12.30’an de li navçeya Rezanê (Baglar) ji ber dijminatiya di navbera wan de, di encama gulebarana Nobedarê Bazarê û Taxê (M.K) ku di Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê de dixebite, Nobedarên Bazarê û Taxê (K.K) û Alîkarê Teknîsyen (H.K) ku di heman demê de xebatkarên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê ne, mixabin mirin.”

Di daxuyaniyê de tê herwiha gotin, “Gumanbar Nobedarên Bazarê û Taxê (M.K) bi çeka ku di bûyerê de bi kar aniye, teslîmî yekîneyên me yên ewlehiyê bû. Derbarê bûyerê de lêpirsîneke piralî hatiye destpêkirin.”

Ev nûçe bi tevahî 523 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 17:20:54