Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Elî Neemo koça dawî kir

Pêşmergeyê şoreşa Îlon û Gulanê yê ji Rojavayê Kurdistanê Elî Yusuf Neemo li Zaxo koça dawî kir û li goristana Rikava ya li Dêrikê hate veşartin.

29 Avrêl 2023 - 16:15
29 Avrêl 2023 - 16:15
 0
Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê Elî Neemo koça dawî kir

Eqîdê xanenişîn Elî Yusuf Neemo sala 1950 de li gundê Rikava li herêma Dêrika Hemo ji dayîk bûbû ji dayîk bûbû û di sala 1967 de bûbû Pêşmerge û di nava her du şoreşên Îlon û Gulanê de cih girtibû.

Elî Yusuf Neemo Pêşmergeyekî Lîwa Îsa Siwar bû, beşdarî gelek şerên giran bûbû û hatibû birîndarkirin.

Eqîd Elî Yusuf Neemo ku çend caran li Sûriyê hatibû girtin û îşkencekirin, 5 salan li Şamê di Firii Filistîn de mabû, zilmekî pilebilind dîtibû, piştre bi kefalet hatibû berdan.

Piştre di sala 1991 de hatibû başûrê Kurdistanê û careke din bûbû Pêşmerge û bi ritbeya Eqîd xanenişîn bûbû.

Ev nûçe bi tevahî 724 kes dît.
Nûvekirina herî dawî: 19:28:00