Polîsê Hewlêrê 3 gumanbar girtin
Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê bi tometa alozî, teqekirin û belavkirina kêliya teqekirinê li ser torên civakî 3 tohmetbar girtin.

Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê roja şemiyê 24.06.2023 ragihand: “Hêzên me di girtina tohmetbar û wan kesên ku alozî û tawanên diziyê dikin û bûne sedema acizkirina xelkê berdewam dikin.
Li gorî daxuyaniyê, 3 gumanbarên bi navên (Z, A, Q), (A, A, M) û (T, Z, M) ji aliyê dadwerê lêkolînê yên asayîşa Hewlêrê ve hatin girtin.
Nûvekirina herî dawî: 08:38:36